We Strane Bêje | We Strane Bêje |
|
|
|
|
- 23 -
Adem, di hucreyê de ye. Pehniya wê 3 û dirêjiya wê jî 3 gav in. Ew diçe û tê. Doşekeke ku ji kincên leşkerî yên diriyayî hatiye çêkirin û betaniyeke wî heye. Pêşiya hucreyê bi hesinan hatiye hûnan. Li pişt jî, li dereke teng, avdestxaneyek heye. Temama şevê xew nakeve çavên wî. Bi xewn û xeyalên ne xweş û li dengê qêrînê hişyar dibe. Li ser wê doşeka ku weke derziyan di canê wî re diçe, xwe digevizîne. Êşa diranan dest pê dike. Hewl dide ku êşa xwe biçewisîne, lê nikare. Dawiya dawî neçar dimîne ku hewara bigihîne fermandar û bang dike “Serleşkerê min”. “Çiye kuro, qûnek!” dibêje fermandar. “Diranê min gelekî diêşe” dibêje, bi dilpakiyeke zarokane. Deriyê hucrê tê vekirin. Wê şevê Kambûr û Karabela nobedar in. Wî derbasî hêwanê dikin. Heta ku ji ser hişê xwe diçe, lê didin. Ademê ku temamê bedena wî jan dide, jana diranan ji bîr dike. Dikeve xeweke giran ……! -24-
Mewlût Çawîş û Akın serê sibehê Adem hişyar dikin û bi lez derdixin salonê. Mewlût Çawîş: “Ma doh êvarê dereke te diêşiya kurkê min!? Adem bi awayekî şermoke, “Diranê min! Diranê min!” dibêje û serê xwe dixe ber xwe. Mewlût Çawîş, bi meraq: “Kîjan diranê te diêşe?” dibêje. Adem diranê xwe yê aliyê çepê yê çenga jor nîşan dide û dibêje: “Aha, ev diranê min diêşe”. “Na, nabe!” dibêje Mewlût Çawîş. Adem: “Belê serleşkerê min, ev diranê min diêşe” dibêje û tiliya xwe datîne ser diran. Mewlût Çawîş diqîre û dibêje: “Biqeşite kuro nûtik, tu yê bibêjî diranê min yê aliyê rastê yê çenga jêrîn diêşe!”. “Heger tu nebêjî ezê te xwar bikim ha”. Adem ji neçarî dipejirîne ku diranê wî yê çenga jêr yê li milê rastê diêşe ….! Mewlût Çawîş: “Ka bêje kurkê min, kîjan diranê te diêşiya?” Adem:“Tu emir bike serleşkerê min! Diranê min yê aliyê rastê yê çenga jêrîn diêşe”. Mewlût Çawîş û Akın Ademê ku diranê wî jan dide dibin revîrê. Wî dixin odeyeke biçûk ya li kêleka revîrê. Ji herdû aliyan ve bi kulman li çenga wî didin. Akın dibêje:“Narkoz tune kuro nûtik! Em bi vî rengî ditevizînin!”. Piştî demekê, Ademê ji hev ketî derdixin pêşberî doktor. Yê li hemberî wî ji doktorekî bêhtir, bi kincên komando yên lê û bi kelbetan û çakûçê di dest de, dişibe nalbendekî. Adem dibêje, “Diranê min yê milê rastê ji çenga jêrîn xerabe ye” û diranê xwe yê sipîsax nîşanî doktor dike. Ew diranê xwe yê sipîsax dixe destê xwe û bi jana diranê xwe yê xerabe yê ku di devê wî de maye, li cihê xwe vedigere.
- 25 -
Weke zebaniyên ku li gora baweriyekê, mêvanên xwe li qatên cehnemê digerînin, gardiyan jî wî li qawîş, korîdor, hêwan û qadan digerînin.
Jixwe ne di wê rewşê de ye ku li dij derkeve. Ew mîna amûreke ku ji dûr ve tê livandin e.
Çi were xwestin, wê ji neçarî wê bike.
Ew dizane ku wê piştî demekê wî derxin korîdorê.
Karabela û Kambur kilîda deriyê wî vedikin.
Wî derdixin korîdorê. Tu kes û kûs tune ye.
Bi tenê dengê lingên wî û yên kesên ku wî dimeşînin tên guhên wî.
Ji hêwanan dengê qêrînê tê.
Qawîş, di nava êş û janê de nalenalê dikin …..
Adem dibin Qawîşa 23an.
Deriyê qawîşê tê vekirin. Hundir weke qetranê reş e. Pencere bi rengê sor hatine boyaxkirin, vêxistina lembê qedexe ye. Ji ber vê yekê qawîş, binerdkekê tîne bîra mirov. Girtî di nava qawîşê de li pey hev ketine rêzê. Kincên leşkerî yên reş li herkesî ne. Porê herkesî hatiye kur kirin. Goştê wan çûye skeletê wan maye. Herkes dişibe herkesî li wir. Herkes di rewşa amadebûnê de ye, sînga wan li pêş û destên wan li kêlekan bi çîmê wan ve zeliqîne. Çavê herkesî li jor dinerin.
Berî herkesî Mewlût Çawîş dikeve hundir, piştre Adem û li dawî jî Kambûr. Mewlût Çawîş, çavê xwe li ser koma peykeran digerîne. Têdigihê ku herkesî hilma xwe jî girtiye. Di wê navberê de, ji nava temamê girtiyên ku weke pêkeran rawestiyayî ne, Mehmet Salih Besen temamê zagonan binpê dike û derdikeve pêş. Mehmet Salih, li derdora pêncî salî ye. Ji ber şert û mercên xerab yên ku ew tê de dijî, weke hestî û çerm maye, bin çavên wî reş bûne û weke mirovekî heftê salî diyar dibe. Xwe davêje pêşiya girtiyan û yekser eşheda xwe tîne: “Eşhedû en la îlahe îllalah we eşhedû enna Muhammedûn Resûlullah”. Ji nava girtiyan derdikeve, bi pêş de tê, li Adem dinere û dibêje: “Tu jî mirî Adem, tu jî anîn gorê?”. Piştre “La ilahe illalah” dibêje, berê xwe dide girtiyan û berdewam dike: “Binerin, min ji we re digot we bawer nedikir, vaye Adem jî miriye, ka em ji wî bipirsin”.
Ji bo Mewlût Çawîş zemîna pêkenînê çêbûye, ji ber vê yekê dibêje: “Bipirse kuro, em binerin ev qûnek çi dibêje?”. Mehmet Salih careke din “la ilahe illalah” dibêje.
Berê xwe dide Adem, xwe berdide ser çokên xwe û destê xwe ber bi jor de vedike: “Ez bi qurbana te bim Adem, tu rastiyê ji min re bibêje, tu mirî yî, ma tu anîne qebrê yan na?”.
Adem mat dimîne, li Mehmet Salih Besen dinere, dixwaze tiştekî bibêje, lê nikare. Mehmet Salih berdewam dike, “Binere Adem, ev der qebr e, em hemû mirine, goştê me çûye hestiyên me mane, em li vir ezabê qebrê dikşînin”. Tiliya xwe ber bi Mewlût Çawîş ve dike û dibêje: “Ev jî zebaniyên me ne, la ilahe illalah Muhammedûn Resûlallah”. Wê demê Adem dibêje: “Apo, ev tişt ne raste, em zindî ne”. Mehmet Salih xwe berdide ser çokên xwe, berê xwe dide Adem û bi hêrs bersiva wî dide, “Tobe bike Adem, tobe! Teqdîra Xwedê bipejirîne, tu jî nebe mîna van kesan, mirina xwe bipejirîne. Ev der qebr e Adem, li vir yasayên qebrê dimeşin. Binere axaftina me bi hev re qedexe ye, girî û qêrîn qedexe ye û roja Înê.........
Adem: “Belê, roja Înê “ got.
“Roja Înê mêvanên me tên. Em nikarin destê xwe bidin wan, ew ji dûr ve li me dinerin, digrîn û diçin. De bibêje Adem, tu Cizîrê baş nas dikî!
Ma roja Înê ne roja serdana goristana ye? Binere tu jî anîne qebra me, heger em ne mirî bûna, minê bixêrhatina te bikira, minê li rewşa zarokan bipirsiya çay, qehwe pêşkêşî te bikira, me yê bi hev re cixare bipêça û bikşanda. Lê kanî ev tişt hemû?”
Herkes bêdeng e, bi tenê Mewlût Çawîş bi tîqetîq dikene. Karabela dikeve hundir. Mewlût Çawîş berê xwe dide Mehmet Salih Besen û dibêje: “Bese kuro, lîstikvaniyê neke, derkeve derve ezê te bibim”. Wê demê Mehmet Salih qîrekê dide, “La ilahe illalah” dibêje û xwe davêje destê Selîm Dîndarê di rêza yekemîn de, “Seyidê min min neşîne. Tu xwedî li min derdikevî. Ezê niha bi tena serê xwe biçim li mehşerê hesab bidim” û digrî. Zebaniyan ew û Adem ji qawîşê derxistin û derî girtin. Mehmet Salih Besen û Adem Nezan dan pêşiya xwe û birin beşa birêvebiriyê.
Mewlût Çawîş berê xwe da Mehmet Salih û got, “Kuro Mehmet Salih, ezê niha telefonî jina te bikim, tê pê re biaxivî û heger baweriya te bi wê jî neyê eze bi..... te! Ev lîstokên tu dikî bese êdî, nûtik!
Hejmara telefonê lêda, dema ku ji aliyê din dengê jinekê hat û got “alo”, Mewlût Çawîş telefon da destê Mehmet Salih. Destê Mehmet Salih diricifîn. Rengê wî zer bûbû. Bi zorê gotina “Ez im ez ” ji nava lêvên wî hat xwar.
Dema ku xanima wî got “Tu çawayî, te çawa telefon vekir?” wî li telefona di destê xwe de temaşe kir û got “Raste, mirî çawa telefon dikin?”.
Xanima wî dibêje, “Miriyê çi, tu çi dibêjî?”
Mehmet Salih matmayî vê pirsê dike, “Ma bi rastî ez ne mirime, ji bo Xwedê hema tu rastiyê ji min re bêje”. Dema ku xanima wî dibêje ku ew ne miriye, destên wî dilerizin, ber çavên wî reş dibin û hilma wî diçike. Baweriya wî pê hat ku ne mirî ye, hema dilê wî li wir rawestiya û ket erdê. Mewlût Çawîş, Karabela û Kambûr, xwestin Mehmet Salih hişyar bikin, lê bêhûde bû!
Mehmet Çawîş yekser berê xwe da Ademê ku bi îske îsk digrî û pehîneke bi xeber di qûna wî de lêxist: “Kuro nûtik tev ji ruyê te bû!”
Adem li hucreya xwe rûniştî ye. Por û rîha wî dirêj bûne. Destê wî di bin çenga wî de ye û kûr kûr bi ser xwe de dirame. Yekî nû anîne hucreya kêlekê. Ew yê nû nas nake. Bîra wî, têgeha demê wenda kiriye, wî pirsîna roj û seetê ji bîr kiriye. Ew ji ber tirsa xwe, nikare li zilamê kêleka hucreya xwe jî bipirse. Îro şîv zêde anîbûn. Lê nedan wan. Sênî, dûrî hucrê, bi qasî ku destê wan dirêjî wê nebe danîn û çûn. Li ser wê xwarina ku wan lê dinerî û nikarîbûn bixwin, cerdonan heta sibehê lotik avêtin. - 27 - Nîvê şevê ew ji hucrê derxistin. Ew birin odeya gardiyanê qawîşa 24an. Ew cî bi qasî 8 metroyên çargoşeyî mezin bû. Di dîwarê li hemberî hêwanê de pencereyek hebû. Cama wê bi rengê sor hatibû boyaxkirin. Di dîwarê li hemberî deriyê odê de, deriyekî din jî hebû. Ew derî şînê tarî bû. Li ser deriyê ketina hundir, wêneyekî Atatirk dardakirî bû. Li beramberî pencerê jî perwazên mêrdewana ku derdikeve qata jor dihatin dîtin. Maseyek û 3 kursî li odê bûn.. Mevlût Çawîş di nêvî de; li ser milê wî yê rastê Karabela û li ser milê çepê jî Kambûr rûniştî bûn. Akın, Adem di pişt deriyê ketina hundir de veşart. Piştî demekê dengê deriyekî ku li jor hat vekirin û girtin, bihîst. Ji dengê lingên ku di mêrdewanê re dadikevin, têgihîşt ku girtiyekî dadixin jêr. Adem, bi dizî di qula kilîtê re dinerî. Xuya bû ku ew anîna temaşeya ezabê qawîşa 24an yê şevê.…… Girtiyekî zirav, zeîf bû. Ne kin ne jî dirêj bû. Çavên wî ji tirsa re, mîna heyvê mezin bûbûn. Destên wî dilerizîn. Girtî tevî bêcemeyê xwe derketibû beramberî yên li ser masê rûniştî. Û darizandinê dest pê kir. Mewlût Çawîş radihêje iddîanamê û dixwîne: “Ji ber endametiya rêxistineke cudaxwaz, veqetandina perçeyekî ji axa Tirkiyê û hewldana avakirina dewleteke din li ser vê axê, ez dixwazim ku ew li gora xala 125an bi cezeyê îdamê were cezekirin”û xwendina xwe temam dike. Kambûr û Karabelayê li kêleka wî, bi pistepist bi hev dişêwirin Piştî kurtedemekê Karabela biryarê dixwîne: “Cezeyê vê tawanê ewe ku niha ev tawanbar hema li vir were dardakirin”. Piştî vê gotinê Karabela radibe ser xwe û ji bin mêrdewana ku derdikeve qata jor, werîşê bi qasî tiliyekê qalind derdixe. Werîs bi hesinên mêrdewanê ve girê dide. Kambûr jî du qaseyên firengiyan yên di bin mêrdewanê de derdixe û li bin werîsê ku dihejhije li ser hev datîne. Mewlût Çawîş û Kambûr bi destê yê girtî digrin, wî derdixin ser qaseyan û werîs dixin qirika wî Karabela kêrekê dixe destê xwe û derdikeve jorê cihê ku werîs pê ve hatiye girêdan. …….Û Mewlût Çawîş pehîna xwe li qaseyan dide. Yê girtî bi werîs ve dadilqe û dizîvire. Serçavê wî reş û şîn dibe, çavên wî mezin dibin. Lê berî ku bişeniqe, Karabela li ser fermana Mewlût Çawîştan werîs bi kêrê dibire. Girtî, mîna çewalek hestî li erdê dikeve. Piştî demekê bi ser hişê xwe ve tê. Kambûr û Karabela wî dikişkişînin û dibin qawîşa wî.….. Yekî din tînin ….. Adem jî dibin hucreya wî.
-28- Grûba Mewlût Çawîş li ber derî amade ye. Ew hatine Adem bibin hêwanên Qawîşên 26. û 27emîn. Kambûr deng lê dike: “Xwe amade bike! Kuro nûtik!”. Adem dibêje: “Tu emir bike Serleşkerê min!” û dikeve rewşa amadebûnê. Bi hingeding deriyê hucreya wî yê hesinî vedikin û wî derdixin derve. Adem, sînga xwe derdixe pêş û bi “gavên bi aheng!” di korîdorê de dimeşe. Kabokên xwe heta bi navika xwe bilind dike û datîne, milên xwe jî berepêş û berepaş li ba dike. Êdî baş dizanîbû ku mirov nikare li vê cehenemê bi gavên asayî bimeşe. Dema ku ket hêwana Qawîşên 26. û 27an, dît ku temamê girtiyan li ber dîwar daqulkirî ne. Wî, tu wate neda wê kiryara xerîb. Bi tenê matmayî ma. Dema ku Karabela jê re got “tu jî xwe daqul bike kuro nûtik!”, wî jî weke hevalên xwe xwe li ber dîwar daqul kir. Çavên wî û hinek kesên nas, ketin hev. Dema ku ew di nava çavên hev de wenda bûbûn, bi dengê “Hişyaaaaar be!” veciniqîn. Hemû bi hev re hilpekiyan û derbasî rewşa amadebûnê bûn. Yek ji girtiyan derdikeve pêş û dibêje: “Qawîşa Çardemîn, bi 40 neferên xwe ve ji bo emir û fermanên we amade ye serleşkerê min!”. Grûbek komandoyên ku destiyên biviran û qeles bi wan re ye dikevin hundir. Li wir navê hemû girtiyan “Kuro! Nûtik! Qûn!” bû, lê li beramberî wan navên pir bi hêbet li daran kiribûn û bi boyaxa dohnî li ser wan nivîsandibûn.: “Min bifirkîne!” “Heyder!” “Berxik!” “Min bixwe!” Ew, ketibû nava ramana ku her darek li gora navê xwe tê nikaranîn …. Di wê navberê de Kambûr diqîre: “Hûn amade ne kuro nûtikno?”. Hemû girtî li yek dengî dibêjin: “Tu emir bike serleşkerê min!”. Akinê ku zincîreke dirêj di dest de ye tê û li nîvê hêwanê radiweste. Di heman demê de du girtî jî bi aliyê wî de têne dehfdan. Serîyekî zincîrê bi ustiyê girtiyekî ve û seriyê din jî bi ustiyê girtiyê din ve tê girêdan. Dema ku Kambûr fermana “Dest pê bike!” dide, her girtiyekî bi aliyekî de dibeze. Dema ku zincîr tê kişandin, ustê wan jî weke ku ji hev vebe berepaş ditewe û herdû jî li ser piştê li erdê dikevin. Weke ku hatibin xeniqandin, bi xirexir hilma xwe didin û distînin. Di bin derbeyên “Mın bifirkîne”, “Heyder”, “Berxik” û “Min bixwe”de, zincîra di ustê girtiyên nîvhişyar de tê vekirin. Vêcarê zincîrê dixin ustiyê du girtiyên din.
-29- Grûba Mewlût Çawîş Adem gihandine hêwana Qawîşên 29. û 30î. Herdû qawîş bi hev re weke libên tizbiyê xistine rêzê. Komandoyan rahiştina darên xwe û girtine dora wan. Karabela, fermana : “Raweste! Amade be!” dide. Temamê girtiyan, fermanê bi cî tînin. Karabela berdewam dike: “Wê nûtikê yekemîn xwe daqul bike û yê diwemîn li ser piya bimîne, wê yê sêyemîn xwe daqul bike û yê çaran li ser piyan bimîne! Bi vî awahî wê heta dawî biçe!” Ferman, yekser tê pêkanîn. Karabela dibêje: “Wê yên li ser piya li yên daqulkirî siwar bin û bi guhê wan bigrin!” herkesê li ser piya, li yekî daqulbûyî siwar dibe û bi herdû guhan digre. Karabela berdewam dike: “Rabe ser piyan!” Yên daqulbûyî bi lez radibin ser xwe. Karabela dibêje: “Ka kuro? Ker û kûçikê lenger yê vî karwanî li ku ne?” Girtiyê herî dawî ji ser pişta hevalê xwe dadikeve. Ew diçe serî û weke ker li ser çar piyan dimeşe. Yê din jî li dawiya komê, xwe dike kûçikê lenger. Karwan ji bo rêveçûnê amade ye. Karabela deng li wan dike: Bi sirûda “Dîrokê Vegerîne” têkevin ser rê!”. Yên siwarî û yên “hêştir', “ker” û “kûçikê lenger” bi qasî ku dengê wan derdikeve diqîrin: “Dîrokê vegerîne! Ev dengê nal û mehîna ye!”. Karabela: “Deng kuro nûtikno! Denggg!” Deng bilindtir dibin:
“Hûnan rim di dilê Romayêde çikandine!” Dema ku dar li qûna yên siwarbûyî dikevin, dengê wan bilindtir dibe:
”Goktirk, Uygurî, Oxizî û Peçenek” “Hêştir” têne lêdan:
”Hezarûyek serkeftinan li dîroka bilind ya Tirkan zêde dikin” Rê, xelekeke bê serî û bê dawî ye. Karwan bê menzîl e. Bi qasî ku dikarin li dora xwe dizîvirin.
Yê ku dikeve tê lêdan. Yê ku nikaribe bimeşe, dimeşînin. Adem, sitrana Aşiq Weysel di ber xwe de dibêje: “Ez nizanim rewşa min çi ye Diçim bi şev û roj Bi şev û roj”
-31- Grûba Mewlût Çawîş ya ku ji Akin, Karabela û Kambûr pêk dihat, Adem şeveke nîvê şevê ji hucreya wî dibin. Wê şevê cilûbergên komandoyan li xwe kirine. Her çaran jî kumên şîn dane serê xwe. Darên wan di destên wan de ne. Wî dibin hêwana derve ya qawîşên 31. û 32an. Portreyeke Ataturk bi dîwar ve daleqandî ye. Li salonê jî du kursî û maseyek hene. Du komandoyên kum şîn, girtiyekî vedizilînin. Adem ji xwe dipirse, “Însan çawa ji hev tê vezilandin? Wî di jiyana xwe de, tayên ku tên vezilandin, ruyên ku tên vezilandin û têlên vezilandî dîtibûn. Lê ew der cehenema Diyarbekirê bû. Wisa diyar bû ku li wir mirov jî dihatin vezilandin….. Ma bi çi awahî? Du komandoyên kum şîn, seriyekî zincîrê bi lingekî girtî ve, seriyê din jî bi perwaza mêrdewanê ve girê didin. Deriyê qawîşê vedikin. Lingê wî yê diwemîn jî bi zincîrê bi qula derî ve girê didin. Deriyê qawîşê bi hêz digirin. Girtî serberjêr dizîvire ….! Herdû lingên wî bi qasî ferehbûna derî ji hev vedizilin. Ji êşa dilê xwe dike hewar û fîxan. Tukes nabihîze ….. Yên ku dibihîzin jî dengê xwe nakin. Koma hovan, dema ku dilê wan dixwaze wî dadixin….. Dema ku yê ji hev vezilandî tê daxistin, dor tê ser yekî din …..!
-32- Îro Adem dibin hêwana Qawîşên 33. û 34an. Zêdetirî 150 girtî li wir kom bûne. Kincên leşkerî yên reş li hemûyan kirine. Serê tevan hatiye xeritandin. Bedena wan lawaz, çavên wan bi tirs in. Tirseke kûr di çavên wan de rûniştibû. Endîşe li ser rûyê wan hatibû çandin. Te digot belkî ew di deryaya neçarî û bêhêvîtiyê de melevaniyê dikin. Komandoyên kum şîn di nava xwe de pîlan çêdikirin, girtî jî li pey hev ketibûn rêzê û li danêrên qedera xwe temaşe dikirin. Kambûr: “Nûtikê serê rêzê!” Girtiyê di serê rêzê de ji cihê xwe derdikeve, bi lezûbez xwe digihîne cem Kambûr. “Mahmût Döner, Urfa, ji bo fermanên we amade ye Serleşkerê min” dibêje. Kambûr: “Xwe ji navê û berjêr de tazî bike!”. Mahmûd xwe tazî dike. Kambûr benekî dirêjî girtî dike û bi dengekî bilind diqîre: “Vî benî bi kîr û gunê xwe ve girê de!” Girtî fermanê bi cî tîne. Kambûr, serê benê ku bi qasî şeş metroyan dirêje jî di destê xwe de digre. Dema ku Kambûr dest bi bezê dike, Girtî dide pey. Kambûr dibeze. Girtî bi pey Kambûr dikeve……! Êş, girî, hewar, şerm û tîqetîqa ken tevlîhev dibe. Herkes li hêviya wê yekê ye ku ji kîrê xwe ve were girêdan….. Girêdana wan bi tenê ne bes e, cop jî bi ser bedena wan de dibarin. -33- Dema ku Adem ji hucreya wî tê derxistin, ew di nava meraqê de ye. “Tu yê îro biçî cihekî cuda, nûtik!” dibêje, Akin. Yên ku wî dibin cihê cuda, dîsa her ew çar kesên berê ne. Adem xistine navbera xwe. Dema ku ew di korîdorê de dimeşin, dengê xwendina sirûdê ji qawîşan bilind dibe. Her qawîşekê sirûdeke cuda dixwend. Qêrîna êşkencê, xeber û ferman jî tevlî dengê sirûdan dibûn. Weke ku li bajarekî mestîmezin erdhejek çêbûbe û dengê hewar hewar û qêrîna mirovan ji bin xaniyan were. Di nava wan dengan de xwe digihînin korîdoreke dûrûdirêj Adem derdixin ser kursiyekî. Kambûr jê re dibêje ”Di pencereya li pêş re, li hêwanê binere kuro, nûtik!”. Adem li hêwanê dinere: Jinên ku serê wan li sifrê xistine dibîne. Nêzîkî çil jinan hene, li hêwanê diçin û tên. Komandoyekî bi copan daye pey wan. Bi destê jinekê digre û wê radiwestîne. Navê jinê Aysel e, jê re dibêje “Sonda me” bixwîne. Aysel serê xwe radike, Ademê ku di pencerê re li wan dinere dibîne. Û dibêje “Na, ez naxwînim”. Aysel li ber xwe dide, hewl dide ku xwe ji nava destên wî rizgar bike. Berî ku destên yê komando wê bifetisînin, Jineke din, mîna mêşêrekê xwe davêje ser destê yê komando: “Kuro bênamûs, te li ber çavên me hevala me fetisand” dibêje. Dema ku piraniya jinên girtî xwe davêjin ser destê yê komando, Ew yekser Adem Nezan ji ber pencerê dadixin. Qêrînên li hêwana jinan digihên ber guhên Adem. Lê tu kes qêrînên wan jinan nabihîze. Dengê sirûdan yê ku ji qawîşan bilind dibe, dide ser dengê qêrînên jinan. Dema ku dengê qêrîna jinan bilind dibe, li hemû qawîşan dengê sirûdan jî bilindtir dibe. Adem, çavên wan jinan yên kîndar ji bîr nake. Isyana di qêrînên wan de dixwîne. Jixwe re dibêje “Wê ev volkan di demeke nêzîk de biteqe!”. Wî bi lezûbez dibin hucreya wî. - 34 - Dema ku Adem temamê qawîşan bidîta, wê qedera wî diyar bûba. Piştî kêliyekê wê wî bibin korîdora qawîşa 38an û wê li wir jî bibe şahidê ezabê ku kesên lixwemikurhatî dibînin. Dema ku tê ber deriyê qawîşa 38an, Karabela dibêje, “raweste!”. Ew radiweste. Du girtî ji qawîşê derdikevin. Bi kurtayî nasnameya xwe dixwînin. Navê yekî jê İbrahim Yıldız e, yê din Mehmet Şen e. Karabela dibêje: “Bela pantor dakevin kuro!” İbrahim Yıldız û Mehmet Şen pantorên xwe heta kabokê dadixin. “Wê derpîkên kinik jî dakevin kuro!” dibêje Karabela. Derpîkên xwe yên kinik jî datînin û ew ji navê û berjêr de tazî dimînin. “ Mehmet Şen! Tu xwe daqul bike kuro!” Mehmet bê deng xwe daqul dike û herdû destên xwe datîne ser çokên xwe. “Kuro Îbrahîmê nûtik! Ji pişt ve pê ve bizeliqîne!” İbrahîm, Mehmet ji paş ve hembêz dike û ber bi xwe ve dikşîne. Av bi devê komandoyan dikeve. “Braavo, Brraaavo” dibêjin bi dengekî bilind. Hinek xwe daqul dikin û rewşa wan saxtî dikin. Mewlût Çawîş dibêje: “Kuro nûtik! Li te ranebûye!” “Te belasebeb xwe bi qûnê ve zeliqandiye!” “Cihê xwe biguhere! Qûn!” “İbrahîm tu xwe daqul bike, bela Mehmet here pişt te!” Cîguhertin pêk tê. Vê carê jî nav di Mehmet didin ….. Dîsa xwe daqul dikin û wî jî saxtî dikin. Karabela xwe ditewîne û dinere: “ Kuro qûn! Li te jî ranabe kuro!” Mewlût Çawîş, pehînekê li qûna Mehmet dide: “Berde kuro! Ez dizanim ezê çawa rep bikim.!” dibêje. Herdû mikurhatî dikevin rewşa amadebûnê. Kambûr dibêje: „Kuro İbrahîm! Tu xwe li ser piştê dirêj bike!“ Ew xwe dirêj dike. “Kuro tu! Mehmet! Kîrê İbrahim têxe devê xwe!” “Berepaş vegere! Yê xwe jî têxe devê wî! Dest bi mijandinê bikin!”. Ew dest bi mijandina hev dikin ….. Bi qemçika Adem digrin û berê wî didin aliyekî din …..
- 35 -
Ber êvarê bû. Mewlût Çawîş û grûba xwe wî ji hucreya wî derdixin. Dibin salona biçûk ya qawîşa 36an. Wî dixin rewşa “amadebûnê”. Kambûr, Karabela û Akin li derdora wî dizîvirin. Mewlût Çawîş, derdikeve pêşberî wî û dibêje: “Em dixwazin bi te re pir vekirî biaxivin”. Û wiha berdewam dike: “Te temamê qawîşan dît!?” “Belê, min dît serleşkerê min” “Lê qawîşek bi tenê maye, te ew nedîtiye” “Ez nizanim serleşkerê min” “Pêwîst nake tu wê bibîne. Yên har li wir dimînin. Ewê di demeke kurt de bi temamî tune bibin” Ka bibêje, tu dixwazî li kîjan qawîşê bimînî?” Adem bi dengekî jixwe bawer dibêje: “Ez dixwazim biçim qawîşa wan kesên ku ewê bêne tunekirin!” Mewlût Çawîş, bi du dilî dibêje: “Wiha ne”? û komandoyên li derdorê bi jopan bi Adem dikevin. Çawîş bixwe jî bi sîle û şeqaman bi Adem dikeve. Bi lêdan û dehfan Adem digihînin beşê hucreyan yê li hember û wî davêjin qawîşa kesên har. Di wê hucreyê de ew û dîwarên beton yên bi qasî bêdengiya wî bêdeng hebûn. Piştî ku deriyê hesinî li ser tê girtin, celadên wî bi lez ji wir dûr dikevin. Deriyên derve jî bi gurmîn tên girtin. Bêdengî xwe berdide ser hucreyan. Adem, bi daxwaz û hesteke ku nikaribe rê li ber bigre, dike hewar: “Xwedêyooooooooooooooooooo!!!”. Ji bo çi bû, ji ber çi bû wî jî nizanîbû. Belkî jî ji dengê bêdengiyê tirsiya bû û dabû pey şopa wê. Û di beza bi pey tirsê de dikir hewar. Belkî jî dixwest wan tiştên ku hatine serê wî û dîtine, ji wê hêza mezin ya ku bi sîfetê Xwedê li asîmanan rûniştiye re bibêje. Ew bêçare bû li ser rûyê erdê. Û belkî jî li asîmanan li çareyekê digeriya….. Heta ku hilma wî diçikiya dikir hewar “Xwedêyooooooooooo” “Xwedêyoooooooo!” “Xwedêyooooooooo!“.
- 36 -
Ev der beşa birêvebirinê ya zîndana Diyarbekirê ye. Li qata diwemîn e û odeyeke mezin e. Maseyeke dirêj û tarî û 12 kursiyên ku lingên wan ji hesin û jora wan ji çermê qehweyî ye tê de ne. Li ser dîwaran û di navbera pencereyan de, wêneyên Atatirk û serokê cûntayê Kenan Evren yên bi şevqeyên leşkerî daleqandî ne. 6 pencereyên li beramberî hev, odeyê ron dikin. 6 binefserên ku birêvebiriya beşan dikin, di rewşa amadebûnê de rawestiya ne. Amirê wan serefser Ali Osman Aydın jî wan di ber çavan re derbas dike. Binefserekî ku bejna wî digihê 1.95 santîman, hinarkên ruyê wî sorik, çav şîn û qelewe jî di nava wan de ye. Patronê wî Esat Oktay bi navê “Binefserkê biçûk” gazî wî dike. Navê wî yê rastîn nedihat zanîn. Hevkarên wî yê êşkencekirinê jî jê re digotin “Apartman Sami”. Dihat gotin ku serefser Ali Osman Aydın ji Meletiyê ye. Ew jî 35 salî bû, bejna wî digiha 1.75 santîman, ziravik û êşkencehez bû. Yê ku bi navê binefserê qop deng dabû jî, yekî çavbiçûk û bêbawerî bû. Lê di bîra herkesî de şopek hiştibû. Binefserên din, zêde nedihatin dîtin. Ew li korîdoran radiwestiyan û komandoyên êşkencekar bi rê ve dibirin. Ew tev bi fermana patronê xwe li wir kom bûbûn. Derî vedibe. Yekî ne gewr û ne esmer, ne kin û ne dirêj, temenê wî li derdora çil salî dikeve hundir. Kumekî şîn li serê wî ye, kincên komandoyan lê ne û di wê germa havînê de qapûtekî dirêj yê baranê jî bi ser cilan de li xwe kiriye. Binçavên wî şîn bûne. Birhên xwe bi acizbûn qermiçandine. Pozbilind e û weke ku hertiştî di bin xwe re bibîne li derdora xwe dinere. Xwe Xweda dibîne. Li cem binefseran jî lîstikvaniyê dike, rutbeya serefseriyê bi milê wî ve ye, benê segê wî yê bi navê Co jî di destê wî de ye. Çawa dikeve hundir, bi dengekî bilind “Merheba zarokno!” dibêje. Benê segê xwe yê bi navê Co berdide. Co jî wekî wezîfedarekî diçe li cem binefseran dikeve rewşa amadebûnê û li xwediyê xwe gundarî dike. Esat bi gavên bi lez heta nîvê hêwanê dimeşe. Ji nişkê ve vedigere û dipirse: “Çi dibe li vir?!”. Deng ji kesî dernakeve, herkesî berê xwe daye wî û lê dinerin. Dikeve beramberî binefserekî weke dêwekî girs, çavên xwe dixe çavên wî û dibêje: “Her tişt baş e gelo?” Binefserkê biçûk dest pê dike: “Serleşkerê min qawîşa sîhûpênc....” “Ez li vir behsa çi dikim? Guhê xwe bide min! Ez yekser bi fermana Serleşkeriya Giştî hatime vir. Ji min re dibêjin, Esat Oktay Yıldıran. Ez ew mirov im yê ku li Qibrisê zarokekî Romî serjêkiriye û xwîna wî li ber çavên bavê wî vexwariye …!” Binefserkê biçûk didomîne: “Belê Serleşkerê min, lê belê li qawîşa 35an livek......” “Bibire û guh bide min! Wê tukes xwe nelivîne! Yê ku xwe bilivîne, tu yê dengê wî bibirî! Tu yê, rê û rêbazên min bikar bînî! Heger rêbazên min yên Çînê, yên Rûsan têra wan nekin …..! Tu yê dest bavêjî rêbazên êşkenceya Tirkan! Heger evana serê dewletê biêşînin, tu yê wan tune bikî!” Tu yê tune bikî, tê fêmkirin, tunnnnneee!..... Piştre berê xwe dide binefserkê biçûk û bi dengekî nizm dibêje: “Ma tu dizanî tunekirin çiye? Binefserkê biçûk: “Ez li we guhdarî dikim Serleşkerê min!” Esat, bi tiliya xwe ya işaretê serê xwe nîşan dide û dibêje: “Ev serî ye, serî! Çi di hundirê wî de heye?” Binefserkê biçûk: “Mêjî, serleşkerê min” “Eferim! Di serî de mêjî heye. Û hertişt di mêjî de ye Heta ku mêjî li cem van mirovan hebe, Hebûna dewletê di talûkê de ye. Ji bo parastina dewletê, divê em mêjiyê wan tune bikin.” Binefserkê biçûk: “Lê emê vê yekê çawa bikin Serleşkerê min?” Esat: “Çawa?” Hinekî dirame, diçe û tê û dîsa li beramberî Binefserkê biçûk radiweste: “Di mêjî de çi heye?” Binefserkê biçûk: “Raman heye Serleşkerê min!” Esat dibêje: “Baş e, di mêjî de raman heye? Eferim! Lê, gelo mêjiyekî bê raman bi kêrî tiştekî tê yan na?” Binefserkê biçûk: “Na Serleşkerê min” Esat: “Niha te fêm kir bê bêmêjîhiştin tê çi wateyê?” Binefserkê biçûk: “Min fêm kir, lê emê çawa bikin Serleşkerê min?” “Tu dibêjî min fêm kir, lê te fêm nekiriye! Guh bide min! Wê herkes tiştê di mêjiyê xwe de vereşe ser kaxezan. Hûnê wan kaxezan ji min re bînin! We fêm kir, ez çi dibêjim?” Binefserkê biçûk: “Lê heger venerşin Serleşk....” Esat: “Çawa, heger venerişin? Yê ku venerişe, hestiyê wî bişkînin! Serê wî perçe bikin! Her roj bidin ser hev, pîramîd û dîwaran ji wan çêkin! Mîkroba weremê berdin cegerên wan. Av, hewa, nan û tavê weke çekê li dijî wan bikar bînin! Bela ji niha û pê ve xwarina wan gû û vexwarina wan jî mîz be!“ Binefserkê biçûk dibêje: “Tu emir bike Serleşkerê min!“ Û bi destê xwe derî nîşanî binefserên xwe dike. Dema ku binefser bi lez ji hundir derdikevin, ew bi pey wan de diqîre: “Mêjîîîîî! Mêjîîîî….! Ez her roj mêjiyê çend kesan dixwazim!”.
|
| Erkek Koğuşları |
| Kadin Koğuşları |